Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto didomin: 5 hezar û 459 kes hatin qetilkirin

Li gorî rapora Ajansa Mafê Mirovan (HRANA) heya niha zêdetirî 5 hezar kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de hatine qetilkirin.

Ajansa Mafê Mirovan (HRANA) derbarê xwêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek nû belav kir.

Li gorî raporê, di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de herî kêm li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 5 hezar û 459 kes hatin kuştin. Herwiha 40 hezar û 887 xwepêşander hatine binçavkirin û 7 hezar û 403 xwepêşander jî birîndar bûne.

Hate gotin ku di nava kesên hatin kuştin de, 5 hezar û 149 jê xwepêşanderin. Di nava wan de jî 60 zarokên temenê wan dibin 18 saliyê de hene.

HRANA’yê ragihand ku xwepêşandanên şermezarkirinê kêm nebûne, dewleta Îranê jî li hemberî vê yekê înternetê dibire, welatiyan digire û polîtîkayên zextê giran dike.

Li gorî heman raporê 11 hezar û 23 kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.

Hêjayî gotinê ye ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku dewleta Îranê bi rêbazên herî tund mudaxileyî xwepêşandanan dike jî, her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.